■ Pêşiya Îslamê ■
Erdnîgariya Kurdistanê ji berê ve bûye cîhê gelek ol û baweriyan, Herçiqas ol pirbûbin jî piraniya Kurdan berî Îslamiyetê li ser dînê Zerdeştîtiyê bûn.
Dinê Zerdeştî ji aliyê Zerdeşt ve hatiye belakirin û heta dema şerê ku di navbera Sasaniyan û artêşa Îslamê de ku çêbû pirraniya Kurdan li ser vî dînê bûn. Navê pirtûka Zerdeşt Avesta ye, dema Îskender tê erdê Kurdistanê distîne pirtûka Avestayê dişewitîne.
Navê Zerdeşt di Avestayê de Zarahuştra yan Spitama derbas dibe. Ji bo jiyana Zerduşt pêxember herçiqas çavkanî kêm û ji hev cudabin jî bi piranî tê qebûlkirin ku berî zayînê di navbera salên 6000-6500 de jiyaye.
Li gorî hîn çavkaniyan di navbera salên 628-551'an de jiyaye.
Nivîskar Şehrîstanî jî di pirtûka xwe de Zerduşt wek Zerduşt bîn Yûrşeb bi nav dike û bavê wî ji Azerbaycanê, dêya wî jî ji Reya Îranê dihesibîne.
Tê bawerkirin ku Zerdeş bi xwe jî pêxember e û dînê Zerdeştîtiyê jî di wextê xwe de dînek îlahî bû, lê piştî wextan hate xirabkirin.
Wextê ku Misilman tên Erdnîgariya Kurdistanê feht dikin rastê Zerduştan tên, lê di derbarê vê dînê de agahî nizanin paşê sehabekî dibêje ku min ji Hezretî Muhemmed bihist ku got ji wan re jî muemeleya Ehlê Kîtab bikin.
Pêşiya Îslamê Kurd di navbera du Împeratorê mezin de perçekirî bûn, ji ber vê hindê erdnîgariya Kurdistanê ji Bîzansê û ji Sasanî re bûbû qada şer.
Mehrdad Izady ji bo sê sed salî kurdan yên ku pişiya îslamê wek sê sed salî zor û zehmetî dinirxîne.
Ji xwe Kurd ji ber zilm û zora Sasanî û Bîzansê û şerê wanê ku li hev dixistin perişan bûbûn û bi hatina Îslamiyetê ve ji vê bindestiyê xilas bûn.
■ Xiristiyanî û Kurd ■
Kurdên Xiristiyanî di Kurdan de hêjmarek kêm e. Li bajarên Mêrdînê hinek Kurdên Xiristiyan dijîn. Kurd ji dînê Xiristiyaniyê re dibêjin "File" an Filetî.
■ Kurdên Cihû ■
Hêjmara kurdên cihû pirr kêm e.
■ Misilmanbûyina Kurdan ■
Îslamiyet di sedsala 7'an de derket, wê demê Kurd di navbera Împeratoriya Sasanî û Împeratoriya Bîzansê de perçekirî bûn, ji ber vê yekê hertim axa kurdan ji Sasanî û ji Bîzansê re bûbû qada şer.
Hevnasbûna Kurdan bi Îslamiyetê ve digîhîje dema Hezretî Muhemmed, Kurd pêşiyê bi kesatî ve dibin Misilman. Pêşiya fetihkirina Kurdistanê jî hinekî bazirganên Kurd ji herêma Cizîrê çûne herêma Mekeyê bajarê Taîfê û li wê derê bûne Misilman û zivirîne Cizîrê Misilmantiyê belakirine.
Herwiha du kurdên sehabehene ku di dema Muhemmed pêxember de bûne misilman, ji vana yek Cabanê Kurdî (Caban el-Kurdî) û kurê wî Meymûn el-Kurdî ne.
Di derbarê jiyana Cabanê Kurdî agahî zêde tuneye, Tê gotin ku navê Wî Gavan e tîpa "G" û "V" di Zimanê Erebî de tuneye ji bo wî Wek Caban hatiye nivîsandin.
Ji bo Misilmanbûyina Cabanê Kurdî agahî kêm be jî, îhtîmala ku Cabanê Kurdî gerok an jî tucar be ku çube Erebistana Siyûdî li wêderê bûbe Misilman. Gora Caban li bajarê Tîkrîtê ye.
Ji bilî van sehabeyan gelek tabîûnêkurd jî hebûne ji vana yê herî navdar Şêx Xelîlê Kurdî ye ku di sala 750'î de wefat kiriye. Şêx Xelîlê Kurdî bi xwe zanyarê îslamê û mutesewifê kurd ê herî pêşîn e.
Wexta ku artêşa îslamê di serdema xelifetiya Xelîfe Omer de di navbera salên 637-642an de Îslamiyetê li Kurdistanê belakirin pirraniya Kurdan Îslamiyetê pijirandin û bûne Misilman. Lê hinek Kurd jî di dema Hezretî Elî de bûne misilman, Bi vî awayî Kurd li dû ereban ve bûn gelên misilman ên pêşîn.
Hin nivîskar îda dikin ku di serdema fetihkirina Kurdistanê de Hezretî Omer li Kurdan zilm kiriye, gelek Kurdan kuştiye û bi zora şûr ve Kurdan kiriye Misilman. Ev îda ne rast e. Çimki ne di çavkaniyên Farsan de, ne di çavkaniyên Ereban de, ne di çavkaniyên Yewnaniyan de, ne di çavkaniyên Suryanî û ne jî di çavkaniyên wekî din de Misilmanan li Kurdan zilm kiribe û bi zora şûr ve kiribin Misilman agahî derbas nabe.
Ji xwe di dînê Îslamê de bi zor ve Misilmankirin qedexe ye, ji xwe mumkun jî nine ku mirov bi zora şûr ve dînê mirovan biguherîne.
De Lacy O'leary (1872-1957) (Nivîskarê ...) Di pirtûka xwe a bi navê " İslam At The Cross Roads" de dibêje "Dîrok nîşan dide ku, Ew dîroknasên ku dibêjin Misilmanan Îslamiyetê bi zora şûr ve belakirin û li gel zilm kirin tişta herî şaş dibêjin".
Îro pirraniya gelê Kurd misilmanên sunî ne, Lê hinek Elewî û hêjmarekî kêm Şiî jî hene, Kurdên Sunî li ser mezheba Îmamê Şafiî ne. Di nav Kurdan de gelek Êzidî, û pir kêmbe jî hinekî Xiristiyan, Cihû û Zerdeştî jî hene.
Bi pijirandina Misilmantiyê ve li Kurdistanê di nav Kurdan de jî xwendin û zanist pêşve çû.Li Kurdistanê gellek medrese, mizgeft û pire, nexweşxane ava dikin.
Di Serdema Zêrîn a Îslamê de li her aliyê Kurdistanê wêjevan û helbestvanên mezin yên weke Bassamî Kurdî, Ebdulsemedê Babek, Baba Tahirê Hamedanî û Eliyê Herîrî, alimên weke Macîdê Kurdî, Ebû Ebdullahê Mukrî, Îsayê Kurdî, Qalî, Îbnî Cezerî, Cakîr el-Kurdî, Ehmed Eşnehî, Ebdulqadirê Geylanî, û Îbn Selah el-Kurdî, stranbêj û muzîkologên weke Îbrahîmê Mewsîlî, Îsheqê Mewsilî, Ziryab, Sefiyedînê Ûrmewî û Muhemmed Katib Erbîlî, gerokên weke Ehmedê Fedlan, bijîşkên weke Muhemmedê Cizîrê û Ehmedê Herîrî, mîmarên weke Mûnîs, fîlozofên weke Şihabedînê Suhrewerdî, Eyn el-Qudat, Siracedînê Ûrmewî, Emerê Suhrewerdî, Amîdî, Îbn Dînar, Îzedînê Erbîlî û Şemsedînê Şehrezûrî, dîroknasên weke Elî îbnûl Esîr, Mubarek Mistewfî, Behaedîn ibn Şedad, Îbnûl Ezraq û Îbn Xelikan, zanistvanên weke Dînewerî, Îbn Quteybe, Îsmaîlê Cizîrî, Fexredînê Exlatî, Kemaledînê Yûnis û Ebûlfida derketine holê û di gellek şaxan de zanistê de xebat kirine.
Ji bilî van kesan di vê demê de gellekî nivîskar û zanyarên kurd ên jin jî derdikevin ji vana yên herî nas kirî Fexrûl Nîsa, Ûm Muhemmed, Ciweyriye û Esma Xatûna Hekarî ye. Fexrûl Nîsa destxet (xetat), nivîskar û hedîsvana kurd a jin a herî pêşîn e, Tê gotin ku Fexrûl Nîsayê gellekî helbestên xweş jî nîvisiye.
Bassamî Kurdî di sedsala 9'an de jiyaye, herî pêşîn bi zaravayê goranî helbest nivîsandiye. Lê derbarê jiyana wî de zêde agahî tuneye.
Ebdulsemedê Babek (972-1020) helbestvanê Kurd ê herî pêşîn yê Kurmancî nivîsiye. Ebdulsemedê Babek dîwaneke sê cild helbest bi kurmancî nivîsîne. Zimanê wî pir xweş, geş û herikbar e û peyvên ku wî bi kar anîne, di Kurmanciya îro jî niha têne bikaranî,
Helbestekî wî ev e.
Dila, şad be, xweş dem hat bihar e
Reşemeh çû terazin bûn diyar e
Nihal derbûn hat av û cûbar
Befir kerker bibû kevtî nizar e
Ebdulsemedê Babek çendî ku wek helbestvanê pêşî yê ku bi Kumancî nivîsiye jî, lê zêde li Kurdistanê nehatiye naskirin. Ji ber wê yekê Eliyê Herîrî (1009-1077) wek helbestvanê pêşîn tê zanîn.
Helbestekî Eliyê Herîrî ev e;
Hûn bar mekin gel min di zor
Li hesreta werdên di sor
Çavê di reş bisk têne dor
Enya bi nûr tarî diken
Baba Tahir Hemedanî (935-1010) jî helbestvanê Kurd ê pêşîn ê ku helbestên xwe bi kurdiya Lorî nivîsiye.
Helbestekî Baba Tahirê Hamedanî;
Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
Balîfêm kevir, doşekem zemîn e
Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e
■ Bi Hatina Îslamê Ve ■
Bi hatina Îslamê ve di nav Kurdan de xwendin û zanist pêşve çû. Li Kurdistanê gellek medrese ava dikin û despêkirina nivîsandin û wêjeya kurdî jî dîsa bi saya Îslamê ve dest pê dike.
Pêşiya Îslamê wêjeya kurdî ewqas kêm e ku mirov dikare bêje tuneye.
Kurd bi saya Îslamê ve dibin xwediyê dibistan, alfabe, pirtûk, dîrok û dewletan.
Kurd bi pijirandina misilmantiyê ve di Rojhilata Navîn dertên xwediyê cihek giring.
Di serdema zêrîn a Îslamê de 7'an û heta sedsala 14'an di nav kurdan de gelek alimên mezin, zanistvan, nivîskar û pêşengên mezin dertên. Di vê serdemê de di şaxên zanistiyê yên wek Astronomî, Kîmya, Fizîk, Muzîkolojî, Botanîk de nûvedanên pir giring dikin.
Dînewerî zanistvanê kurd yê pirralî ye, ne tenê li ser qadek du qadan di gelek qadan de çixir kolaye û rê daye pêş zanyarên dû xwe. Di warê riweknasiyê (botanîk) de, di warê zoolojiyê de, di warê zimannasiyê (fîlolojî) de, di warê mentiqê de, di warê dîrokê de, di warê erdnîgariyê de, di warê astronomiyê de, di warê meteorolojiyê de, di warê matematîk û mekanîkê de berhem nivîsiye û van berhemên wî ji alî zanyarên mezin ên dû wî weke çavkaniyên herî bi bawerî hatine bikarhanîn.
Di heman demê de avakarê îlmê qethiyetê ye. Di nava misilmanan de weke "Bavê Riweknasiyê" hatiye bi navkirin. Ji ber ku bi pirralîbûna xwe bala gelek zanyarên biyanî kişandiye, gelek zanyarên biyanî li ser lêkolîn kirine. Li Ewrûpayê di derdora zanistî de weke “Dehayê Kurd” tê naskirin.
Dînewerî di derdorê sala 850'an de ji bo xebatên xwe yên li astronomiyê çavdêrî ava kiriye û du sed sal ev çavdêriya wî hatiye xebitandin. Zanistvanê Fars Ebdurehman Sûfî di sala 946'an de tê Dînewerê digere çavdêriya Dînewerî dîtiye lê piştî erişên Moxolan ev çavdêrî bi temamî ve hatiye xirabkirin.
Di serdema zêrîn a Îslamê de gelek pirtûk li ser zanist û dîrokê nivîsandiye. Pirtûka wî a herî bi nav û deng "Kitab el-Nebat" (Pirtûka Giha) ye. Her çiqas pelên wî negîhîştibin wexta me jî, Dînewerî 13 cîld jî tefsîra Quranê nivîsiye. Yaqût Hemawî (1179–1229) ji bo tefsîra Dînewerî gotiye Pêşiya wî tu kesek weke Dînewerî baş Quranê tefsîr nekiribû.
▪Xebatên Dînewerî li ser Kurdan▪
Dînewerî bûye ji zanyarên yekemîn ku li ser dîrok û antroplojiya kurdan lêkolîn kiriye û pirtûkeke bi navê "Ensab el-Ekrad" (Jêdera Kurdan) nîvîsandiye.
Di vê berhema xwe de ji dîrokên kevnar heya roja xwe bav û kalên kurdan girtiye dest. Dîsa di dîrokê de yekem car wî xerîteya Kurdistanê xêz kiriye û navê Kurdistanê di xeriteya xwe de bikarhaniye.
Pêşiya Îslamê tu kesek li ser Antropolojî an jî dîroka kurdan pirtûk nenivîsandiye.
Bruno Silberberg (Lêkolînerê Aleman) ji bo Dînewerî dibêje;
“Piştî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dîscorides û Teofrastos yên Grêkan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dioscorides û Teofrastos yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtir e.”